الشعر

" Hêdî hêdî"Emer îsmayil

Hêdî hêdî

Emer îsmayil
Hêdî hêdî
Ez çûme warê evîna par
Min germ dikir ew xwîna sar

Hêdî hêdî
Ez çûm warê perîşanan
Min têr dikir birçî û jar

Hêdî hêdî
Çûm cenga wan qulingan
Li min xistin ew niklên har

Hêdî hêdî
Min veşartin cêlîkên xwe
Ji ber çavê wî Dêwê har
Her wisa jî pênûsa mî
ji min standin
Teliyên min şikestin yek car

Hêdî hêdî
Min dikujin, min dimijin
Min difroşin li sûka reş
dikin hewar

Hêdî hêdî
Kirim tiş û perçekirin
Bira û bav hev dikujin
Ji derdê wan dikim hewar

Demê hêdî çû bi hêdî
Rabe serxwe wa kurê min
Dest û dila
Hevdû bigirin
Xebata xwe bikin buhar

Bila zindan tejî bibin
Bila kanî tev biteqin
Bila çiya tev bihejin
Bila êdî dem nebihûrin
Tevde bêjin:
Yek milet in
Yek zimanin
welat meyê kurdistan

مقالات ذات صلة

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى